Çeteyên PDK'ê li Sinûnê êrîşî Êzidiyan dikin

Çeteyên PDK'ê, li bajarokê Sinûnê yên Şengalê guleyan li wesayîtên Êzidiyan direşînin.

Êrîşên çeteyên PDK'ê, ku ji 3'ê Adarê ve bajarokê Sinûnê yê Şengalê dagir kirine, gel bêzar kiriye. Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanê Çira TV ve ji herêmê hatin ragihandin, çeteyên PDK'ê yên rêya gundê Serfedînê yê Sinûnê girtine, nahêlin gel bikevin nava bajarok.

Hat ragihandin, çeteyên ku rê birîne, bêyî ku hişyariyê bidin yekser gule li wesayîtên sivîlan reşandine. Serçeteyê PDK'ê yê li Şengalê Qaşim Şeşo jî beriya niha dabû xuyakirin, ku ew ê nehêlin wesayîtên HPG, YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê ji herêmê derbas bibin.

Çeteyên PDK'ê duh jî li herêma hastana ya Sinûnê li wesayîteke sivîlan reşandibûn. Bi şensê tiştek bi kesî nehatibû.

Rewşa aloz a li bajarokê Sinûnê dewam dike. Destûr ji Êzidiyan re nayê dayîn ku bikevin nava vî bajarokî.