Cesûr ê çiyayî

Cesûr Gever ku sala 1992'an li Colemêrgê ji dayik bû û sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû, sala 2015'an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Elkê de di dema çalakiyekê de şehîd bû.

Bi hezaran berxwedêrên ciwan ku cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girtin, mohra xwe li çiyayên Kurdistanê xistin. Yek ji van ciwanan jî Cesûr Gever (Bayram Ercîk) bû. Cesûr ê HPG'î sala 1992'an li Colemêrgê ji dayik bû, sala 2010'an jî tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. 4 salan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erk û wezîfeya xwe rabû. Sala 2014'an berê xwe da çiyayên Botanê. Beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Elkê bû. Dema ku avêtin ser girekî, 25'ê Îlona 2015'an jiyana xwe ji dest da.

Gerîla Cesûr hîn di zarokatiya xwe de hînî jiyana li çiyê bû. Ew li Zagrosan ji dayik bû. Dema ku li lîseyê dixwend, bala wî timî li çiyê bû. Mîna her ciwanî, sala 2010'an da pey lêgerînên xwe û tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo hîn bêhtir bibîne û bijî, sala 2014'an berê xwe da herêmên Bakur û mohra xwe li çiyayên Botanê xist.

HER KEVIRÊ KU MIN DIAVÊT, RÊYA MIN DIYAR DIKIR

Gerîla Cesûr ku sala 2015'an jiyana xwe ji dest da, beriya biçe Bakur di hevpeyvîneke xwe de wiha digot: "Her ku hevalek şehîd dibû, cenaze dihatin û piştî ku artêşa Tirk a dagirker nedihişt cenaze were rakirin, di nava serhildana gel de hêrsa min mezin dibû. Her kevirê ku wê çaxê min diavêt, her dirûşma ku min diqîriya rê û têkoşîna min diyar dikir. Ji ber ku ji cenazeyên me ditirsiyan."

Gerîla Cesûr qala kêliya destpêkê ya dîtina gerîla li çiyê kir: "Min berê heval didît. Dihatin Geverê û diçûn. Lê belê timî bi coş û kelecan bûm ku wan li çiyê bibînim. Ez azad bûm û li qadên azad bûm. Di wê kêliyê de, tiştên ku te li paş xwe hiştine, tenên hincet bûn ji bo tevlîbûna te ya rast. Ev partî tevgereke welê ye ku yekane tişta di nava xwe de nahewîne, derew û tevlîbûna şaş e.

ÇIYA ZEHMET E LÊ BEDEW E

Gerîla Cesûr li ser têkiliya hevaltiyê ya li nava PKK'ê wiha digot: "Pîvanên hevaltiya li nava civakê û li nava PKK'ê ji hev gelekî cuda ne. Di nava sîstemê de mirovên ku ji hev re dibêjin 'hevalên hev in' dikarin di oxira berjewendiyên xwe de hev bikujin. Lê belê li vê derê mirov ji bo hevalên xwe canê xwe feda dikin... Carna ji bo rizgarkirina hevalekî 4 heval şehîd dibin. Ev yek li cihekî din nîne, tenê di nava PKK'ê de heye. Cudahiya hevaltiya li nava PKK'ê ev e."

Gerîla Cesûr di dawiya axaftina xwe de qala jiyana li çiyê kir: "Pêwîste mirov bi durustî nêzî van çiyayan bibin, mîna nêzîkatiya li hevalên xwe. Bi dîtina min divê her kes jiyana li van çiyayan nas bikin û bibînin. Şenseke gelekî xweş bi destê min ket. Ez berê xwe didim Bakur, ez diçim Botanê."