Cesaret, fedakarî û zanebûn

Hevrê Mehmet Karasûngûr di dîroka PKK’ê û têkoşîna me ya rizgariyê ya neteweyî ya hemdem de, yek ji çavkaniya cesaret, fedakarî û zanebûna berxwedanê bû ya ku li Hîlwan û Sîverek û li hemû welat belav bû.

Di 2’ê Gulana 1983’an de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê ku hêza pêşeng a tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanî ye Mehmet Karasûngûr û milîtanê wêrek Îbrahîm Bîlgîn şehîd bûn. Her çend em gelek xemgîn in ku bi dehan kadroyên milîtanên şoreşê yên ku bi cesaret û fedekariyeke mezin derketin rê û xwestin xeta berxwedanê bi serkeftî pêk bînin jî, di xeta agirê heman têkoşîna dijwar de partiya me berdêlên mezin da û divê tişta ku pêwist dike çi berdêla wê hebe jî bi cih bîne.

Çîn û gelên bindest di têkoşîna xwe ya li dijî hêzên serdest de zarokên xwe yên herî payebilind şehîd dane û lehengiyên mezin afirandine. Dîroka gelên cîhanê bi qehremanên bêhejmar tijî ye ku jiyana xwe ji bo vê doza hêja ya mirovahiyê feda kirine. Bi qehremaniya ku di têkoşîna berxwedanê de bi dest xistine mohra xwe li serdemekê dane û bûne sembolên nemir ên têkoşîna li ser xwîna ku rijandine. Gelê Kurdistanê yên ku gelek berxwedanên dîrokî jiyaye, bi fedakarî û berdêlên mezin heta îro hatiye. Gelê me di bin alaya berxwedanê ya ku PKK’ê li dijî mêtingeriya daye destpêkirin jî, di vê rê yê de gelek mirovên xwe yên hêja şehîd daye.

Gelê Kurdistanê yê ku ji bo serxwebûn û azadiya xwe li ber xwe da û zarokên xwe yên herî bi qîmet şoreşger, ji bo pêkanîna armanceke wisa, ji roja pêşîn ve dizanibû divê fedakariyê bikin û berdêlên giran ên vê armanca xwe ya pîroz bi cih bînin.

Tevgera PKK'ê ku li ser mîraseke xurt ji dayik nebûbe jî, bi têkoşîna xwe û bi pêşengiya rast a bîrdozî, siyasî û rêxistinî ya di vê têkoşînê de afirand, xwe û gelê Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya cîhanê û mirovahiya pêşverû ve da qebûlkirin. PKK’ê bi saya afirandina qehremaniya mezin gihişt vê têkoşînê.

PKK ya ku di serdemeke ku di nava şert û mercên giran de derbas bû bi berxwedana ku li zindanên keleha zilmê, serdemek da girtin û serdemeke nû da destpêkirin. Di vê serdemê de PKK’ê amadekariyeke xurt kiribû, gelek milîtan û pêşengên wê yên bijarte şehîd bûn. Di vê serdemê de PKK’ê hê nû gav diavêt bi dayîna şehîdan re, berxwedanên li gorî têkoşîna serdemê afirand. Van berxwedanan pêngaveke mezin li têkoşîna me mezin kirin û di vê warî de rola wan a diyarker heye, Yek ji pêşengê avakar ê partiya me û Endamê Komîteya Navendî Mehmet Karasûngûr û şervanê jêhatî Îbrahîm Bîlgîn di nav berxwedaneke wisa de şehîd bûn.

Di serdema nû de berxwedan ne bi tenê li dijî mêtingeriya Tirk bû, bi metodên cihê be jî li dijî hêzên bûrjûwaya reformîst û nijadperest a ku dixwest têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bikişîne cihên din, berxwedêriya proleter a hevrê Mehmet Karasûngûr jî ji bo têkoşîna me gelekî watedar e.

Berxwedanên Hezîl û Cizîrê ku di pêkanîna xeta têkoşînê ya partiya me ya ji bo serdema nû û rêxistinkirina berxwedanê de roleke pir lîstin û herî dawî jî şehîdbûna endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasungur û milîtanê partiya me Îbrahîm Bîlgîn, rastiyên bi êş in ku mohra xwe li serdemê dane, ev şehadet di heman demê de rastiyên hur in.

BERXWEDÊRÊ PÊŞÊNG Ê DEMA XWE

Hevrê Mehmet Karasûngûr ne tenê berxwedêrekî pêşeng ê vê serdemê ye, di heman demê de yek ji afirînerên xeta pêşeng a tevgera PKK’ê ye û nirxekî ku di pêkanîna xeta berxwedanê ya PKK’ê de bi çalakiyên herî şoreşgerî tevgeriyaye.

Di salên 1978-79’an de mêtingeriya Tirk hewl dide tevgera şoreşgerî tune bike lê di heman demê de di dîroka Kurdistanê de jî partiyeke şoreşgerî dihat avakirin. Digel rewşa neyînî, divê di van salan de helwesteke qehreanî bihata nîşandan. Lê ji bo helwestên wisa, pêşengên ji dil û milîtan hewce bûn. Hevrê Mehmet Karasûngûr kesayetiyeke xurt a demeke wisa ye. Di dema îlankirin û pêkanîna xeta berxwedanê ya PKK’ê de ew qet neket dudiliyê û ji bo wî rûmet bû ku li xetên herî pêş peywirê bistîne û van peywiran ew bi xwe pêk bîne. Li ser vî esasî yek ji rolên dîrokî yên avabûna PKK’ê de bi cih aniye.  

ÇAVKANIYA XWE JI CESARETA BERXWEDAN, FEDEKARÎ Û ZANABÛNÊ DIGIRT

Hevrê Mehmet Karasûngûr, di berxwedana ku li Hîlwan, Siwêregê û tevahî welat belav bûye, di dîroka PKK’ê û têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ya hemdem de bû yek ji çavkaniya sereke ya cesaret, fedekarî û hişmendiyê. Di van salan de eger di avakirina xeteke berxwedanê de (ji xwe bêyî wî partiyeke şoreşger nedibû) û her wiha di avabûna partiyeke şoreşger de ev gav nehatibûna avêtin, pratîka PKK'ê wê bêwate bûya. Eger xeteke me ya berxwedanê û pêşengiya berxwedanê ya ku mohra xwe li salên piştre dabe, para hevrê Mehmet Karasûngûr di pêkhatineke bi vî rengî de bi rastî jî dîrokî ye.

Hevrê Mehmet Karasûngûr rêberê gel e ku ji destpêkê ve hem di xeta Rêbertiya îdeolojîk û hem jî di xeta Rêbertiya siyasî ya berxwedanê ya PKK'ê de cih girtiye, cesaret daye hemû çîn û tebeqeyên gel. Hevrê Mehmet ku di heman demê de pêşengê rêxistinbûna berxwedanên Hîlwan û Siwêregê bû, her wiha fermandarekî mezin bû ku di nuqteyên herî xeter de li dijî çeteyên mêtinger û hêzên eşqiya şer kir, bi taktîkên xwe yên jêhatî derbên mezin li dijmin xist û bi wêrekî, hişmendî û lehengiya xwe tirs û xof xiste nava dijmin.

Hem di avabûna partiyê de hem jî di pêvajoya pêşketinê ya piştre de di asta herî bilind de xeta pêşengiyê ya îdeolojîk, siyasî, leşkerî ya partiyê ji bo serdema nû fêhm kir û karî bi coş û biryardarî bi cih bîne. Ev alî evqasî zelal e ku di van salan de di nav gelek rêxistin û pêşengên Tirkiye û Rojhilata Navîn de westandin û belawelabûn hebû û ew bûye jehrkuja van tiştan.

Mehmet Karasûngûr li pêşberî pêşketinên li van parçeyên Kurdistanê ku heta niha negihaştine pêşengiyeke modern, her tim hêza nûnertiya helwesta proleteryayê nîşan da û bi derbaskirina berxwedana PKK'ê ya li van qadan re, bi salan rastiya bûrjûva-feodal ên ku asoyên gundiyên kurd û girseyên gel tarî kirine, derxistiye holê. Di dawiyê de ji bo rawestandina pevçûnên di navbera hêzên neteweyî de ku bû sedema mirina bi sedan welatparêzan û li dijî rejîma Sedam a faşîst yekitî were avakirin hate erkdarkirin û di xeta vê erkê de şehîd bû.

Di serdema nû de li her qadê bi awayekî serketî pêkanîna xeta berxwedanê, bêguman zehmetiyan bi xwe re tîne. Ji bo vê jî rêber û rêxistineke xurt, wêrek û bi sebir hewce ye. Hevrê Mehmet xwedî van taybetmendiyan bû. Avabûna PKK’ê û têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê jî wê bi vî navî were bîranîn. Û ger ji niha û pê ve berxwedan bi rengê şerekî ku her diçe germ bibe pêş bikeve, beriya her tiştî xwedî bingeheke xurt e ku navê hevrê Mehmet jê tê. Di dîrokê de navên wisa hene ku bi rola ku dilîzin derdora xwe dikişînin û birêxistin dikin. Hevrê Mehmet ku xwedî kesayetek bi vî rengî ye, dema ku bi baweriya xwe hem bi pêşengiya PKK'ê û hem jî bi xeta wê ya berxwedanê dixebitî, pê hesiya ku tenê bi vî rengî wê avabûneke ku herî zêde li Kurdistanê têkoşîn lê were kirin, pêk were.    |

Ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1983’an hatiye berhevkirin.