Cenazeyên leşkeran li Çarçellayê man

Artêşa Tirk, li herêma Çarçella ya Zagrosê, di operasyona 25'ê Adarê de cenazeyên xwe di nava berfê de hişt û ji herêmê vekişiya.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, qaşa rewşa artêşa Tirk a li herêma Çarçella ya Zagrosê kir, ku di dema operasyona 25'ê Adarê de cenazeyên xwe li herêmê hişt û vekişiya.

Artêşa Tirk, di sala 2015'an de bi operasyoneke berfireh a li herêma Çarçella ya Zagrosê xwest armanca xwe bi ser bixîne. Lê piştî ku bi ser neket, di 25'ê Adarê de kete nava hewldaneke nû. Artêşa Tirk li çiyayê Çarçella ku bi berfê hatibûn girtin, derbeke giran xwar û bi têkçûnê neçar ma xwe vekişîne. Ji ber ku derb li 6 helîkopterên Skorsky û helîkoptereke Kobra hate xistin. Nekarîn leşkeran deyne herêmê. Yên ku karîbûn deyne jî, di nava lepên mirinê de hiştin. Ji aliyê psîkolojîk ve têk çûn. Sixêf li Erdogan kirin û di dawiya dawî de yên sax man jî cenazeyên yên mayî li Çarçella hiştin û çûn.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, rewşa artêşa Tirk a 25'ê Adarê ya li çiyayên Çarçellayê ji ANF'ê re vegotin.

XWE ŞAŞ KIR Û TÊK ÇÛ

Gerîlayê HPG'ê Demhat Koçer ku di şerê Çarçellayê de hebû bibîr xist, ku di dema zivistanê de li cihê ew lê bûn, berfê bi 10 metreyan erd girtibû û di nava van şert û mercan de wan amadekarî li dijî operasyoneke gengaz a artêşa Tirk kirin. Koçer diyar kir, artêşa Tirk texmîna vê yekê nedikir û got, "Ji ber vê yekê di 25'ê Adarê de ewilî şaşitî kir, piştre jî têk çû."

DESTÛR NEHAT DAYÎN KU LEŞKERAN DEYNE

Demhat Koçer anî ziman, bi saya hevalên xwe yên pêşeng de wan di nava berfê de rê vekirine, ketine çeperan û firsend nedane helîkopterên Skorsky ku bi piştgiriya helîkopterên Kobra dixwest leşkeran deyne. Koçer got, "Yek ji wan, dema hewl dida leşkeran deyne, me lê dan" û bi vî rengî leşkeran gelek kuştî dan. Gerîlaya YJA Starê Dîren Başkale jî van gotinên Koçer piştrast dike.

EV AX AXA ME YE

Dîren Başkale bibîr xist, ku Çarçella hem ji bo gerîla hem jî ji bo aliyê Tirk cihekî stratejîk e û işaret bi vê yekê kir: "Ev der Kurdistan e û ev ax axa me ye. Em baş bi şert û mercan dizanin û li gorî vê yekê jî me amadekariyên xwe kir."

ŞOQ BÛN

Başkale bibîr xist, artêşa Tirk li Çarçellayê şaşitiyeke mezin kir û got, "Me firsend neda wan ku leşkeran deyne. Me derb li 6 helîkopterên Skorsky û helîkoptereke Kobra xistin. Dijmin şoq bû."

SIXÊF LI ERDOGAN DIKIRIN

Gerîlayên HPG'ê Mazlûm Tûfan û Simko Serhildan jî anî ziman, ku leşkerên Tirk nikarin di nava berfê de şer bikin û psîkolojiya wan têk çû.

Gerîlayan anîn ziman, ku dema hejmara kuştiyên leşkeran zêde bû, qudimê wan şikest û gotin, "Piştî demeke kurt me dît ku rewşa wan a psîkolojîk nebaş e. Dema ku cih li wan teng dibû, sixêf li Erdogan dikirin."

LEŞKERÊN XWE JI SKORSKY DAVÊTIN

Gerîla Rohşan Tatvan jî diyar kir, ku teknîkeke giran li girên Şehîd Rojîn û Şehîd Rênas hate bikaranîn û got, "Di dawiya operasyonê de cenazeyên xwe li nava berfê hiştin. Ji ber ku me ew firsend nedan wan. Ji xwe, ji bo wan ne girîng jî bû. Car carna bi zanebûn leşkerên xwe ji helîkopterên Skorsky davêtin."