Cenazeyên 8 gerîlayan 20 roj in radestî malbatên wan nayên kirin

Cenazeyên 8 gerîlayan ku li çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Besta yên Şirnexê di demên cuda de şehîd bûn, 20 roj in li morgê tên hiştin û radestî malbatên wan nayên kirin.

Cenazeyên gerîla tevî testa DNA'yê jî 20 roj in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên hiştin. Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan kirin, lê belê bi hinceta ku "Testa DNA'yê derneketiye" cenazeyan teslîmî malbatên wan nakin.

Malbata Şîlan Polat ji bo teşhîskirinê ji Geverê hat Şirnexê, lê du caran neçar ma ku îfadeyê bide polîsan.

Malbatan xwestin ku cenazeyan nîşanî wan bidin, bi vî rengî teşhîs bikin, lê belê ji wan re hate gotin, "Hûn teşhîs bikin jî em ê cenazeyan nedin we." Malbat hîn jî li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne.