Cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên YPG'ê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li Serêkaniyê hatin veşartin.

Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî hate kirin û gelek welatiyên ji Serêkaniyê û Dirbêsiyê hatin, tevlî bûn.

Bi hezaran welatiyên bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyên 5 şervanên YPG′ê û Hêzên Antî-Teror ″Arcowam Mihemed (Cano) 11′ê meha Gulanê, Mehmûd Geno (Tolhildan) 8′ê Gulanê, Mehmûd Derwîş (Rustem Diyar) 7′ê Gulanê, Warşîn Simû (Dilsoz Xemgîn) 11′ê meha Nîsanê, Ebd El-Rihman Şêxmûs (Gelî Tolhidan) 11′ê meha Nîsanê″ ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bi 10 kîlometreyan li rojavayê bajarê Dirbêsiyê, oxir kirin.


Li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir axivî, sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got: "Di kesayeta van şehîdên xwe de, em hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."

Li ser navê YPG/YPJ′ê Agirî Jînda axivî û diyar kir ku van lehengan canê xwe feda kirin, ku jiyaneke azad ava bikin. Jînda got, "Ji ber ku hêzên me gelek serketin bi dest xistin û dema gihîştina her sê Kantonên Rojava nêz bû, li seranserî Rojavayê Kurdistanê êrîş zêde bûn. Wê her sê Kantonên me bigihêjin hev û planên dijminên axa Kurdistanê, vala werin derxistin."

Bi navê malbatên her 5 cangoriyan, soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.