Cenazeyên 3 şehîdên azadiyên yên jin hatin veşartin

Ji bo veşartina cenazeya endama YPS-Jin Nevîn Dînç tenê 5 deqe dema dan. Cenazeyên gerîlayên YAJ-Starê Aysel Karadûman li Amedê û Esra Atici jî li Cizîrê di bin dorpêçê de hatin veşartin.

Bêyî ku agahî bidin malbatê cenazeya endama YPS-Jin Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) ku sala 2016’an li navçeya Gewer a Colemêrgê di şerê ku di dema qedexeya derketina derwe de derketibû jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Bêkesan ya li Erzerûmê hatibû veşartin.

Dema ku malbat agahiya şehadeta zaroka xwe dibihîse yekser ji bo ku cenazeyê wergire mînakê xwînê dide. Tevî ku her bi caran malbatê ji bo girtina cenazeyê diket nava hewldanê, lê nekarî encam bigire.

JI BO SPARTINA AXÊ 5 DEQE DEM DAN

Di mehên bihorî endamên malbatê ji bo wergirtina cenazeya zaroka xwe bi rêya parêzeran serlêdanek kir, ji bo hevgirtina DNA ji endamên malbatê mînakên xwîn hatin girtin. Di encama analîzê û li ser hevgirtina DNA’yan piştî 5 salan cenazeya Dînç ji Goristana Bêkesan a Erzerûmê hat wergirtin. Di dema veşartina cenazeyê ji bilî malbatê destûr nedan kes tevlê bibe. Ji bo veşartina cenazeya ku piştî 5 salan dabûn tenê 5 deqe hat dayîn. Çawa ku spartina axê bi dawî bû malbat ji goristanê hat derxistin.

PIŞTÎ 6 MEHAN CENAZEYA ATICI HATE DAYÎN

Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Esra Atici ya ku di pevçûna 5-8’ê Nîsanê li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bûbû piştî 6 mehan dan malbata wê.

Piştî 6 mehan bersiv dane malbata Atici ku 12’ê Tebaxê testa DNA dabû Nexweşxaneya Dewletî ya Şirnexê.

Malbat ku ji bo wergirtina cenazeya zaroka xwe ji Enqerê hatibû Şirnexê li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin. Piştî girtina îfadeyê, cenazeya Atici ya ku di goristana bêkesan ya li avahiyên Afetê hatibû veşartin radestê malbatê hat kirin.

Cenazeya Atici ya ji aliyê malbata wê ve hatibû wergirtin û cenazeya Dînç ya ji aliyê malbatan ve ji goristana bêkesan a li Erzrûmê hatibû wergirtin li Goristana Yenîkoy ya li navçeya Rezan a Amedê di bin dorpêça polîsan hatin veşartin.

Beriya veşartinê Goristana Yenîkoy ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Li dora goristanê TOMA û bi dehan wesayîtên zirxî yên cûreya akrep hatin bicih kirin.

CENAZEYA KARADÛMAN JÎ DI BIN DORPÊÇÊ DE HAT VEŞARTIN

Cenazeya gerîlaya YJA-Star Aysel Karadûman (Dîcle Botan) ya di şerê çend roj beriya niha li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû radestê malbata wê hate kirin.

Malbatê ragihand ku polîsan 3 roj beriya niha li wan geriyaye û li ser vê yekê testa DNA dan û piştî hevgirtina DNA’yê îro cenaze girtine.

Malbatê cenazeya Aysel Karadûman ji Nexweşxaneya Dewletî ya Şirnexê wergirt û anî Goristana Asrî ya li Cizîrê.

Cenaze bi tevlêbûna gelek kesan di bin dorpêça polîsan hat veşartin.