Cenazeyê şivan hate wergirtin yê ku leşkeran ew kuştibû
Cenazeyê Îsmaîl Karakaş yê ku li navçeya Golan a Erdexanê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, ji saziya Tipa Edlî ya Trabzonê hate wergirtin.
Cenazeyê Îsmaîl Karakaş yê ku li navçeya Golan a Erdexanê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, ji saziya Tipa Edlî ya Trabzonê hate wergirtin.
Cenazeyê şivan Îsmaîl Karakaş ê ku li gundê Sînot ya navçeya Golan a Erdexanê ji aliyê leşkerên ku derketîbûn operasyonê ve hatibû kuştin, ji aliyê malbatê hate wergirtin.
Malbata Karakaş ji bo karên otopsiyê çûn Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê (STE) û piştre malbatê cenazeyê Karakaş girt û ber bi warê wî Erdexanê ve ketin rê. Cenazeyê Karakaş wê li gundê Samandoken yê navçeya Golan a Erdexanê were veşartin.