Cenazeyê şervanên QSD’ê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên gundewarên Tebqayê 3 şervanên QSD′ê ku di operasyona rizgarkirina Tebqa û Bendava Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, veşartin.

Bi sedan welatiyên herêmê û rûspiyên gundê Cirniyê berê xwe dan bajaroka Sirînê û beşdarî merasîma oxirkirina her 3 şervanên QSD′ê Ebdulkerîm Receb, Mihemed Ebdulhemîd û Ebdullah Îsa yên ku 9′ê Gulanê di operasyona rizgarkirina Tebqa û Bendava Firatê jiyana xwe ji dest dane bûn.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mehmûd Şewax, Endamên Rêveberiya Buroya Têkîliyên Giştî ya QSD′ê û Saziyên Sivîl ên bajaroka Sirînê, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Piştre Hevserokê Buroya Têkîliyên Giştî yên Meclîsa Sivîl a Reqayê Hemed Şihadê û birayê şehîd Mihemed Îsa axivîn.

Axaftvanan rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê li şehîdan û malbatên wan pîroz kirin û soza şopandina rçya cangoriyên azadiyê dan.

Piştre nasnameyên hersê şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên Mihemed Ebdulhemîd û Ebdullah Îsa li gundê Hac Elî û cenazeyê Ebdulrehîm Receb li gundê Cirniyê hatin veşartin.

Wê konê sersaxiyê yê her 3 şervanên azadiyê ji aliyê Buroiya Têkîliyên Giştî ya QSD′ê ve li gundê Cirniyê were danîn.