Cenazeyê şervanê YPG'ê yê Iraqî Mesleh Sebah hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPGʹê yê Iraqî Mesleh Sebah (Ebid Elheyî Hol) ê ku di Pêngava Xezaba Firatê ya bajarê Tabqa de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyan cenazeyê tekoşerê iraqî Ebdilhey Hol ê ku di Pêngava Xezaba Firatê li bajarê Tabqa jiyana xwe ji dest dabû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Di rêya ketina goristanê de girseya gel cenaze ji wesayîtê daxistin û li ser milan bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.

 Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir û piştre jî fermandarê YPG`ê Heqî Kobanê axifî û got: “Destpêkê em bejna xwe li hemberî tekoşer û berxwedana şehîd Ebdilhey Hol ditewînin, şehîd Ebdilhey projeya biratiya gelan pêk tanî û ji wê yekê jiyana xwe da.ʺ

Kobanê destnîşan kir ku tekoşer Ebdilhey tevî ku Iraqî jî bû, lê li hember çeteyên DAIŞʹê sekinî û di gelek qadên şerê li dijî çeteyan tekoşîn meşand û herî dawî jî li bajarê Tebqa jiyana xwe ji dest da.

Kobanê di berdewama axaftina xwe de got ku Ebdilhey bi tekoşîna xwe rengê biratiya gelan û jiyana hevbeş parastiye û wiha pêde çû: ʺTekoşîna wî bo sembol ji hemû pêkhateyên li Iraqê û Sûriyêye re, em bi şehîdên xwe serbilindin.ʺ

Di berdewama merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û got: ” Şehîd Ebdilhey Hol, ne şehîdê malbatê tenê ye, ew şehîdê giştî mirovahiyê ye. Li eniyên destpêkê şerê çeteyan kiriye.ʺ

Di merasîmê de li ser navê Yekîtiya Oldarên Hesekê jî axaftin hate kirin û hate gotin ku şehîd ji bo gel, çand, ziman û jiyana hevbeş jiyana xwe dane û li dijî çeteyan gelan diparêzin.

Li ser nave Meclîsa Kampa Holê Xidir Salih Xitib jî axivî û destpêkê sersaxî ji hemû gelê Iraqê û gelê Sûriyeyê re xwestin û got ku ew ê heta dawî xwedî li şehîdên xwe derkevin.

Piştî axeftin bi dawî bû, nasnemeya şehîd hate xwendin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê tekoşer bi diruşmeyan veşartin.