Cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Hilko li Qamişlo hat veşartin

Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê YPG'ê Eymen Xidir (Egîd Hilko) bi tilîliyên dayikan, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê  Eymen Xidir (Egîd Hilko) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin û şervanên YPG/YPJ'ê merasîmek leşkerî lidarxistin. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; "Bi yekîtî û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê, wê Bakurê Sûriyeyê azad bibe."

Piştre nasnameya şervanê YPG'ê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Eymen Xidir (Egîd Hilko) bi tilîyên dayikan û dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.