Cenazeyê şervanê QSDʹê Ebas hate veşartin

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê QSDʹê Ehmed Ebas (Sabir Qamişlo) ê di Pêngava rizgarkirina bajarê Tebqa de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundê wê bi armanca merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSDʹê yê ji pêkheteya Ereb Ehmed Ebas (Sabir Qamişlo) ê 6ʹê Gulanê di Pemeleya rizgarkirina bajarê Tebqa de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehd Delîl Sarûxan kom bûn.

Girseyê di merasîmê de wêneyên şehîdan û alên QSD’ê rakiribûn, bê navber dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re qîr kirin.

Dema karwanê cenaze gihişte goristanê welatiyan cenaze bi dirûşman pêşwazî kirin. Li goristanê merasîm hate lidarxistin û piştre jî cenaze hate definkirin.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan Mawend Xelo axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwest û got ku bi saya xwîna şehîdan jiyana hevbeş û tekoşîna di navbera hemû pêkhateyên herêmê de xurtir dibe û wiha anî ziman: ʺGelê me yê ku li ser fikir û felsefeya Ocalan dimeşe wê destkeftiyên hê zêdetir bidest bixe.ʺ

Her wiha Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Husên Ezam jî axivî û got bi saya tekoşîna şehîdan û berxwedana hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê gelek destkeftî hatine bidest xistin û hê jî têne bidest xistin.

Di dewama merasîmê de jî li ser navê malbata Şehîd Sabir xalê wî axivî û sersaxî ji hemû hevalên şehîd re xwest û soza şopandina rêya cangoriyan da. Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Sabir Qamişlo hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Sabir Qamişlo bi diruşme û tilîliyan veşartin.