Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer hat veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer Hac Elî (Baran Minbic) bi merasîmêkê li Goristana şehîdan a bajêr veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer Hac Elî (Baran Minbic)ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, girtin û ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eylem Çerkes, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û gundewarên wê Nezîfe Xelo û Endamên Saziyên Sivîl, tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmek leşkerî lidar xistin. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em ser bilindin ku şervanê Meclîsê di çeperên berxwedanê de, destaneyên lehengiyê dinivîsin. Em ê gelê xwe ji hemû êrîşên çeteyên Tirkiyeyê biparêzin."

Piştre jî Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfa Xelo axivî û diyar kir ku cangoriyê azadiyê ji bo parastina welatê xwe û azadiya gelê xwe, canê xwe feda dikin.

Her wiha bavê şehîd, Mehmûd Hac Elî jî axivî, anî ziman ku ew bi kurê xwe ser bilinde û wiha got: ″Ez bang li tevahî ciwanên Sûriyê dikim ku beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin. Divê ciwanên ku bi sozên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine xapandin, li welatê xwe vegerin û axa xwe biparêzin.″

Piştre nasnameya şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cefer Hac Elî (Baran Minbic) bi tilîlî û dirûşmeyan li goristana şehîdan a bajêr hate veşartin.