Cenazeyê Mukaddes Çaglar a HPG’yî hate veşartin

Cenazeyê Mukaddes Çaglar a HPG’yî ku li Licê jiyana xwe ji dest dayî hate veşartin. Polîs ji bo ku kes tevlî merasîma cenaze nebe her cure zext û zordarî kir.

Cenazeyê Mukaddes Çaglî ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê, di bombebaran artêşa Tirk a 29’ê Tîrmehê de şehîd bûyî li Goristana Yenîkoyê ya Baglarê hate veşartin. Piştî ku malbata wê cenazeyê Çaglar teşhîr kir, cenaze ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl stand û heman rojê cenaze veşart.

DORPÊÇA POLÎSAN

Polîsan bi wesayitên zirxî dora goristanê dorpêç kir. Nehiştin ku Wekîla HDP’ê Remziye Tosun, rêxistinên HDP, DBP’yên bajêr û navçeyan, aktîvîstanên TJA’yê û MEYA-DER’ê  bikevin nav goristanê. Demak u Tosun xwest bikeve nav goristanê di navbeyna di navbeyna wan û polîsan de rageşiyek çêbû. Polîsan nehiştin ku malbat melayekî ji derve bîne.

Piştî ku cenaze hate veşartin gel ji goristanê belav bû.

Ji bo Mukaddes Çaglar piştî 2 rojan li Antalya wê konê sersaxiyê were danîn.

ÇELÎK JÎ WÊ LI SEMSÛRÊ WERE VEŞARTIN

Her wiha  şervana HPG’ê Gonul Çelîk jî ku di heman bombebaranê de şehîd bûbû, îro li Semsûrê wê were veşartin.