Cenazeyê Mihemed Ebdularîf li Tirbespiyê hat veşartin
Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mihemed Ebdularîf (Nimir El-Eswed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mihemed Ebdularîf (Nimir El-Eswed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mihemed Ebdularif (Nimir El-Eswed) ku 30′ê Nîsanê di Pêngva Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dûgirê, veşartin.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre şerbvanên YPG'ê merasîmek leşkerî lidar xistin. Dûre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Ebdulhelîm Hesen, Fermandarê YPG/YPJ′ê Mihemed Zêdan û xaltîka şehîd, Necah Hewar, axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û ragihandin ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê di ewlehî û aramiyê de, dijîn.
Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Ereb, Kurd û Suryan di şerê li dijî terorê de yekîtiya xwe ava kirine û bi saya felsefeya Rêbertiyê, evqas serkeftin bi dest xistin. Her wiha bal kişandin ser girîngiya hevgirtina gelên herêmê, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan.
Di dawiya merasîmê de nasnameya tekoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mihemed Ebdularîf bi dirûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dûgirê hat veşartin.