Cenazeyê Mahsûm Pamay hate veşartin

Girtiyê bi navê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke fedayî dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Pamay li Cizîrê di dorpêçeke giran hate veşartin.

Cenazeyê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Xarpêtê ji bo protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, li navçeya Cizîr a Şirnexê hate veşartin.

Cenazeyê Pamay şevê din ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û malbatê ve hate wergirtin û vê sibehê anîn bajêr. Dema ku cenazyê Pamay hate bajêr li ketina bajêr û Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê hêzên Tirk bajar kirin ablûkayê.

Polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê dorpêç kir û ji girseya ku cenaze werbigre ku parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bûn re got eger girse dernekeve derveyî nexweşxaneyê wê cenaze ji nexweşxaneyê neyê dayîn. Li ser vê HDP’yiyan ji bo ku malbata Pamay di zorê de nemîne ji nexweşxaneyê derketin. Piştre cenazeyê Pamay ji morga nexweşxaneyê hate girtin.

Malbata Pamay cenaze anî Goristana Asrî ya Cizîrê. Polîsan dora goristanê jî dorpêç kirin û destûr nedan ku ji xeynî endamên malbatê kesek beşdarî cenazeyê Pamay bibin.

Xizmên Pamay ku destûr nedan beşdarî cenaze bibin bi gotina “Zarokên we jî nînîn ma?, Dilê me di êşe. Ev e biratî? Edalet ev e?'' Nerazîbûn nîşandan.

Piştre cenazeyê Pamay li goristanê hate veşartin.

Ji 20'ê Sibatê û vir ve 7 jê girtiyê siyasî 8 kes di çalakiya dijî tecrîdê de şehîd bûn. Dewleta Tirk dest li ser cenazeyên girtiyê siyasî danî, tenê hişt ku ji malbatê çend kes tevlî merasîma cenaze bibin.