Cenazeyê Keleş ê YPGʹyî li Amûdê hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG`ê Welat Keleş (Şervan Amara) bi li Goristina şehîd îsmaîl Hogir ya bajarê Amûdê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên ji Amûdê û gundê wê ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPGʹê Welat Keleş (Şervan Amara) ê 3’yê Guanê li bajarê Tebqa jiyana xwe ji dest dabû, li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amdûdê kom bûn. Girseya ku bê navber diruşmeyên ʺŞehîd na mirinʺ beriz dikirin, piştî wergirtina cenaze ber bi goristana şehîdan derketin rê.

 

 

Li goristanê merasîk hate lidarxistin, merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir û piştre Hevserokê Meclîsa malabtên Şehdan a Katnona Cizîrê Azad Berekat axivî û got ku dema mirov li wêneyên şehîdan mêze dike agirê şorşê dibîne û wiha got: ʺPêwîste em jî li ser felsefeya ku şehîdên me ji bo wê canê xwe feda kirin, bimîne. Em jî soz didin ku em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.ʺ

Piştî axaftinê nasnameya şehîd hate xwendin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.