Cenazeyê Karatay hate veşartin

Cenazeyê girtiyê 67 salî Bûrhan Karatay ku piştî krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Bazîdê hate veşartin.

Girtiyê nexweş Bûrhan Karatay ê 67 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gîresûnê bû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê Karatay ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê rakir. Nîvê şevê li Bazîd gelek kes çû pêşiya malbatê. Bi dehan polîsên Tirk li pêşiya navçeyê kontrola nasnameya beşdarên merasîmê kir û bi kamerayan dîmenê wan kişand. Vê yekê rê li ber nerazîbûna gel vekir.

Cenazeyê Karatay li goristana navçeya Bazîdê ya Agiriyê hate veşartin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.

Ji bo Karatay li Mala Serxweşiyê ya Mîracê şîn hate danîn. Gelek HDP'iyan serdana malbatê kirin.