Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Saglam veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serdar Saglam (Agît Bîrhat Nûcan) ê 30’ê Adarê li Bagokê şehîd bûbû, piştî du mehan da malbatê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serdar Saglam (Agît Bîrhat Nûcan) ê di 30’ê Adarê di êrîşa esmanî ya artêş a Tirk a li herêma Bagokê ya Mêrdînê şehîd bûbû, piştî du mehan û şûnde da malbatê.

Piştî encambûna testa DNA’yê û şûhde malbat ji bo cenaze bigire saetên sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.

Li ser serlêdanaê di saetên şevê de cenazeyê Saglam li Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklû hate girtin û radestî malbatê hate kirin.

Malbatê cenazeyê Saglam li Goristana Şêx Hesen a navçeya Hezexê ya Şirnexê di bin dorpêça polîsan de veşart.