Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Qoser piştî 4 mehan hat veşartin

Gerîlayê HPG’ê Piling (Emrûllah Tûncer) ku 30’ê Îlona sala 2022’yan li Bestayê şehîd bû, li Serêkaniyê hat veşartin.

Piling Qoser 30’ê Îlona 2022’yan di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser herêma Besta ya Eyaleta Botanê de şehîd bû, piştî li hev hatina xwîna cenaze û DNA’yê, ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a navçeya Berwarê ya Sêrtê hat wergirtin.

Cenaze ku piştî 4 mehan hat wergirtin, anîn Taxa Xidir Xelef a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenaze bi tevlêbûyîna bi sedan kesan li goristana taxê hat veşartin.