Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Asper hate veşartin

Li Qendîlê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Asper (Serhed) ku ji ber nexweşiyeke giran şehîd bibû, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Asper (Serhed) ê ku 30'ê Adara 2018'an, li navçeya Pênciwên ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest dabû, îro ji bajarê Silêmaniyê ber bi Qendîlê ve hate birêkirin û bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhed dema ku ji bajarê Silêmaniyê ber bi Qendilê ve hate birêkirin, ji aliyê gelê Sengeser û welatiyan ve bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ vehate pêşwazîkirin.

‘ŞEHÎD BI XWÎNA XWE DÎROKEKE NÛ DINIVÎSE’

Li Kortekê merasîm hate lidarxistin, merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şiwan Bekir axivî û got; "Şehîd ji bo gelê me cihê şanaziyê ne. Îro şehîdên me bi xwîna xwe dîrokekî nû ji bo me tomar kirine. Weke Rêber Apo dibêje; 'Şehîd xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne."

‘BÊ DUDILÎ TIM XEBAT DA KIRIN’

Piştre li ser navê malbata gerîlayê HPG'ê Osman Asper (Serhed) Ebdulrehman Alpa axivî û got: "Em çiqas behsa şehîd û xebata wan bikin, kêm e. Şehîd Serhed timî bi karê rêxistinî ve mijul dibû. Timî bê dudilî û cudahî erkê xwe cih danî. Şehîd Serhed, şehîdê me tevane. Şehîdê yekîtiya neteweyî ye.”

‘LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ TÊKOŞÎN KIR’

Her wiha Endamê Peywendiyên Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften jî axivî û wiha destnîşan kir; "Şehîd Serhed bi xebat û têkoşîna xwe li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê dudilî têkoşîn ji bo azadiya gelê xwe kir. Li ser hîmê xeta Apoyî ji bo azadiya gelên bindest hewldan dikir. "

Bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Asper (Serhed) li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Osman Asper (Serhed) di sala 1971'an de li bajarê TatWan ê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û di 30'ê Adara 2018'an de li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.