Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kalkan hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Mûsa Kalkan li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Kalkan li navçeya Pîranê ya Amedê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Kalkan ê di şerê navbera 7-8’ê Kanûnê de li herêma Şênê ya di navbera Amed, Çewlik û Mûşê hatibû jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatî wî hat kirin. Malbatê piştî ku cenazeyê kurê xwe wergirt, duh li gundê Dêran ê navçeya Pîran a Amedê defin kir. Malbat û gundî beşdarî merasîma cenaze bûn. Derdora goristana gund ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin.

Malbatê ji bo kurê xwe şînê li Mala Şînê ya Têrkan a navçeya Rêzan a Amedê danî.