Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bedîrhan Abî hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Bedîrhan Abî yê ku di sala 2016’an de li Mêrdînê di şer de şehîd bûbû, piştî 6 salan cenazeyê wî teslîmî malbatê hate kirin. Malbatê cenaze li Wanê veşart.

Gerîlayê HPG’ê Bedîrhan Abî (Tîrêj) di 29’ê Mijdara 2016’an de li herêma Omeriyan a Mêrdînê di şer de şehîd bûbû. Piştî 6 salan cenazeyê wî teslîmî malbatê hate kirin. Malbatê cenaze li Wanê veşart.

Piştî ku DNA wekî hev derketin, malbat çû Mêrdînê cenaze ji Goristana Bêkesan wergirt û di destê sibehê de li cenaze li Goristana Karşiyakayê veşart.

Cenaze di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan ji bo veşartina cenaze destûr da 10 kesan tenê.