Cenazeyê gêrîlaya YJA Starê Sozdar Aslan li Sêrtê hate veşartin

Gêrîlaya YJA Starê Sozdar Aslan (Sarîna Tekoşîn) a ku meha Cotmeha 2019’an li Şaxa navçeya Wanê di şerekê de şehîd bûbû, li warê wê Sêrtê hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Sozdar Aslan Cotmeha 2019’an li derdora Şax a navçeya Wanê di şerekê de şehîd bûbû. Cenazeyê Aslan a ku li Goristana Bêkesan a Wanê hatî veşartin, piştî 17 mehan di encama lihevhatina DNA’yê de radestî malbatê hatibû kirin.

Polîsan Goristana Zevye ya li navenda Sêrtê ku xwestî cenaze lê veşêrin xiste dorpêçê. Polîsên ku goristan dorpêç kirîn tenê rê dan du kesan cenaze veşêrtin, gef xwarin ku bi şêweyek din bê veşartin wê destûr nedin veşêrin.

Ji ber astengiya polîsan cenazeyê Aslan ji aliyê birayê û mamê wê ve hate veşartin.