Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulistan Şahîn hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulistan Şahîn ku li Mêrdînê di şer de şehîd bû, li Wanê hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Gulistan Şahîn (Dîren Avent) li navçeya Şemrex a Mêrdînê li herêma Eyndilbê ya navbera gundên Şêbê, Kaniya Elî û gundê Şêba Jêr ê Dêrikê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bû. Cenazeyê Şahîn doh radestî malbata wê hate kirin.

Malbatê cenazeyê Şahîn li gundê Tum ê navçeya Sarayê ya Wanê serê sibehê bi merasîmekê spart axê. Ji bilî malbatê destûr nehate dayin ku kes tevlî merasîmê bibe.