Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Şîlan Çîçek hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Şîlan Çîçek ku li Çiyayê Bagokê şehîd bû, piştî 3 mehan ji aliyê malbata wê ve hate werirtin û hate veşartin.

Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Kanûna 2021’ê de li Çiyayê Bagok ê Nisêbîn a Mêrdînê dest bi êrişê kiribû û heta 15'ê Kanûnê êrişê dewam kiribû. Di encama bombebaranê de li Çiyayê Bagokê 6 gerîlayên YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji cenazeyên gerîlayên YJA-Starê yê Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) hatibûn wergirtin û yê 4 gerîla jî li Goristana Bêkesan hatibûn definkirin. Cenazeyên Betûl Dîlen (Dîcle) û Fatma Çîçek jî di demên cuda de dan malbatên wan û cenaze hatin definkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Şîlan Çîçek (Nûjiyan) jî piştî mînaka xwînê, duh dan malbata wê. Malbatê cenazeyê keça xwe duh bi şev ji Goristana Bêkesan a Artûkluyê wergirt û bir gundê Kurika Çeto yê Artûkluyê.

Cenazeyê Çîçek ji hêla malbat û xizmên wê ve li kêleka Denîz Orak hate definkirin.