Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Gîzlenmîş hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Mahbûbê Gîzlenmîş ku li navçeya Dêra Hênê ya Çewlîgê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li goristanê hate veşartin.

Li bejahiya Dêra Hênê ya Çewlîgê di êrîşa hewayî ya 25’ê Hezîrana 2017’an de gerîlaya HPG’ê Mahbûbe Gîzlenmîş şehîd bû. Cenazeyê Gîzlenmîş piştî testa DNA ya 8 mehan ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin.

Darbesta Gîzlenmîş ji aliyê jinan ve li ser milan hate kirin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ anîn Goristana Yenî Koy Asrî ya navçeya Rezan a Amedê. Piştî dirûşme û tilîlîyan polîsên li goristanê pêşiya gel birî û gotin ku cenaze li vir nayê veşartin.  Piştî demekê rê hate vekirin û darbestA Gîzlenmîş li goristanê hate veşartin.

Piştî veşartina cenaze polîsên li goristanê lêgerîna  GBT li kesên beşdarî merasîmê bûyîn kir. Di dema lêgerîna GBT’yê de di navbera rêveberên HDP-DBP û polîsan de nîqaş derket.