Cenazeyê gerîla Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin

Cenazeyê gerîlaya YJA STAR’ê Saniye Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA STAR'ê Saniye Toprak ku di 23'yê Tebaxa 2021'an de li herêma Gabarê ya Şirnexê di bombardûmanekê de şehîd bû, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê li "goristana bêkesan" hatibû veşartin.

Malbata Toprak di 11'ê Îlona 2021'an de çûbû Nexweşxaneya Dewletê Dihê ya Sêrtê û ji bo DNA'yê xwîn dabû. Piştî xwîna malbatê û cenaze li hev derket, dozgerî îro telefonî malbatê kir. Malbat piştî 284 rojan cenazeyê Toprakê wergirt.

Malbat cenaze bir gundê Parês ê navçeya Dihê ya Sêrtê. Malbat dê cenaze li gund veşêre.