Cenazeyê Ezda Meşkanê 6 meh bi şûn de dan malbatê

Cenazeyê gerîlaya YJA Star’ê Ezda Meşkan (Şehla Tekîn) ku di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Cûdiyê de şehîd bû, 6 meh bi şûn de dan malbatê.

Endama YJA Star’ê Ezda Meşkan (Şehla Tekîn) di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 7’ê Îlona 2022’yan de li qûntarên Miste Elî yê qada Cûdiyê şehîd bû, hêj bêyî ku encama DNA’ya wê derbikeve, li goristana bêxwediyan a li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê hatibû veşartin.

Bi lihevhatina DNA’ya Tekînê bi ya malbatê re, malbat ji Hatayê hat Şirnexê û 6 meh bi şûn de cenazeyê qîza xwe ji bo veşartinê ji goristana bêxwediyan wergirt û ji bo veşartinaê ber bi Geverê bi rê ket ku navçeya Colemêrgê ye.