Cenazeyê Berktaş hate veşartin
Cenazeyê Sitki Berktaş li Meletiyê hate veşartin.
Cenazeyê Sitki Berktaş li Meletiyê hate veşartin.
Sitki Berktaş ku 28 salan li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî bû, piştî ku ji ser hişê xwe çû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê, lê doh êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Berktaş birin Meletiyê û piştî wecîbeyên olî hate veşartin. Malbata Berktaş û xizmên wî, parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Mehmet Ruştu Tîryakî û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Kemal Bulbul li merasîmê axivî û diyar kir ku jiyana Sitki Berktaş mînakeke mezin a têkoşînê ye.