Cenazeyê Şehîd Şukru Serhet bi merasîmeke heybet spartin axê

Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ê ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li Silêmanîşehîd bû, bi merasîmek bi heybet spartin axê.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) îro serê sibehê saet 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdkirin.

Cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ê ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî, bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar. Li gel agahiya belavbûna şehadeta Şehîd Şukru Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helebce û gelek navçeyên wan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn. Bi hezaran kesan piştre cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar birin.

Girseya ku bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz dikin, li ber pirdê cenaze li ambulansê siwar kir û bi karwanek ku ji sedan wesayitan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîdan a li Binarê Qendîlê ve ketin rê.

Karwanê cenaze, li navçeya Sengeser, ji aliyê sedan kesên ku ji Ranya, Sengeser û Qeladizê hatine ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Cenaze li Goristana Şehîd Mehmet Karasungur bi merasîmek bi heyber spartin axê..

Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di dema merasîmê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bimre Xiyanet” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.

Li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê Ebdulwehab Ehmed daxuyanî xwend û got: “Heval Şukru zêdetirî 40 salane tevlî têkoşîna PKK’ê bûye û di vê demê de ked û têkoşînek mezin pêşkêş kiriye. Timî bi rêhê têkoşîna Apoyî têkoşîn kiriye.”

Di daxuyaniyê de êrîşa li ser Şehîd Şukrû Serhed bi tundî tê şermezarkirin û wiha didome: “Divê dijmin baş bizanibe, xwîna şehîd Şukru li erdê namîne. Em ê têkoşîna ku Şehîd Şukru di nava 40 salan de kirî mezintir û zêdetir bikin.”

Di merasîmê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah axivî û berpirsê şehîdkirina Şukru Serhed xiste stûyê rêveberên Herêma Kurdistanê û got: “Başûrê Kurdistanê bi saya vê desthilatê bûye meydana terorê, şehîdkirina têkoşeran û tewanên dagirkeran.”

Piştî axaftinan Cenazeyê Şehîd Şukru spartin axê.

Piştî veşartina cenaze kesên tevlî merasîmê bûne peyama berdewamkirina têkoşîn û xebata Şehîd Şukru dan.