Cenazeyê Îbrahîm Ayhan wê roja Duşemê were veşartin

Cenazeyê parlamenterê berê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, ji bo veşartinê wê ber bi Sêweregê ve were şandin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Merasîma destpêkê ya ji bo Ayhan wê saet 10'an li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê were kirin.

Cenaze wê piştre bi konvoyekê bînin ber Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê. Saet 15'an jî wê bi pêşengiya HDP'ê cenaze bi rengekî girseyî were pêşwazîkirin. Dûre wê konvoya cenaze di ser navçeyên Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Qoser û Wêranşarê bigihêje Sêweregê.

Cenaze wê li morga nexweşxaneya dewletê ya navçeya Sêweregê were bicihkirin.

Roja Duşemê saet 11:30'î wê cenaze ji nexweşxaneyê bê wergirtin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Nato ya li Sêweregê were veşartin.