Cenazeyê Çalmîş ê YPG’yî li Kobanê hat veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG'ê Welîd Çalmîş (Qendîl Koban) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG'ê Welîd Çalmîş (Qendîl Koban)ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman, Hevserokên TEV-DEM′ê Eyşe Efedî û Ehmed Şêxo, tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin û şervanên YPG/YPJ'ê merasîmek leşkerî lidar xistin. Piştre Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen û Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivîn û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û soza tolhildana rêya cangoriyên azadiyê dan.

Piştre nasnameya Şervanê YPG'ê (Qendîl Kobanê) hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê li goristanê bi tilîlî û dirûşmeyan ve hat veşartin.