Cenazeyê 9 şervanan bi merasîmekî heybet ve hatin veşartin

Welatiyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên YPG/YPJ`ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik ya bajar bi merasîmeke heybet ve veşartin.

Bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin” bi hezaran welatiyên Dêrikê û Gikê Legê cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ`ê Zozan Botan (Fehîme Îman), Kemal Horeman (Kîwan Mihemed Selîm), Îrîş Axçera (Mihemed Toz), Can Fîdan Dêra (Abdullah Salim), Bêkes Til Koçer(Hatim Sultan), Ebû Leyla (Abdullah Ebd El-Rehîm), Şêro Til Selat (Ehmed Xelaf ), Heqî Sincar (Mihemed Meter) û Cûdî Reş (Sêf Seûd) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê welatiyên Eyn Xidir û şêniyên Kampa Newroz a Êzidiyan kerwanên şehîdan bi dûrişmeyên “şehîd namirin” ve pêşwaz kirin. Li vir bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Paştre jî Fermandarên YPJ û YPG`ê Fînda Amara axivî û ji malbatên têkoşeran re sersaxî xwest.

Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm axivî û got:”Xwîna gelê Ereb, Kurd û hemû pêkhateyan di qadên şer de tevlî hev bû û li ser wî esasî neteweya demokratîk a ku Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan ava kir, bi pêş dikeve.”

El-Selûm got ku Erdogan bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyê dixwaze pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike û wiha pêde çû: ”Erdogan û çeteyên wî naghêjin armancên xwe, ji ber ku me biryara berxwedanê daye”.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbata wan û hevreyên wan ên YPG û YPJ`ê hatin kirin.

Paştre jî cenazeyên şehîdan hatin veşartin.