Cenazeyê 5 kesên li Mêrdînê hatin kuştin radestî malbatan hatin kirin

Cenazeyên pênc kesên li ser Rêya Armûşê li Merdînê di wesayîtekê de hatin kuştin, ji bo bibin Dihokê radestê malbatan hatin kirin. Di der barê bûyerê de heta bi niha 6 kes hatine destgîrkirin.

Li nêzê Qesra Serçixan a di navbera navçeya Qoser û Nisêbîn a Mêrdînê de, bi şev bi çekan êrîşê wesayîteke bi plakeya Iraqê hat kirin û Hindirin Ebdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63) û Ebdullah Salih Mistefa (69) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Çîmeh Şahîn Xalid (75) rakirin nexweşxaneyê û Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ku sewqê Xarpêtê hat kirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê de hat kirin, cenaze piştî kar û barê otopsiyê radestê malbatan hatin kirin.

Cenazeyê Îbrahîm ku li Xarpêtê radestê xizmên xwe hat kirin, anîn Mêrdînê, 4 cenazeyên din ên li vir li heman wesayîtê hatin barkirin û bi pişt re ji bo bibin Dihokê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve hatin birêkirin.

Di der barê bûyerê de heta bi niha 6 kes hatine destgîrkirin.