Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê li Tirbespiyê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyê 3 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dil Şêr veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyê 3 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dil Şêr veşartin.
Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyên şervanên YPG`ê Tifîhî Til Koçer(Mihmûd Xidir), Zubêr (Beşar Heloş) û Kobanê (Ebd El-Fetah Xidir) bi kerwanekî ku bi wêneyên şehîdan û ala YPG/YPJ`ê hatibû xemlandin, ber bi Goristana Şehîd Dil Şêr a li gundê Doker ketin rê. Gel bê navber dûrişmeyên “Şehîd Namirin” û “Berxwedana QSD`ê” beriz dikirin.
Li goristanê, merasîm bi rêzgirtinê leşkerî destpê kir. Piştîre li ser navê YPG/YPJ`ê Mihemed Zêdan, Desteya Malbatên Şehîdan Mamind Xelo û li ser navê malbatên her 3 cangoriyan Silêman Ehmed axaftin kirin.
Axaftivanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û rola şehîdan di destekftiyên şoreşê de anîn ziman.
Piştî nasnameya şervananhat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.
Di dawiya merasîmê de jî cenazeyê şehîdan hatin veşartin.