Cenazeyê 2 şervanan li Tirbespiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên 2 şervanên azadiyê yên ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dirwar veşartin.

Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên şervanê YPG′ê Muhened Mihemed (Ayat Til Kidîş) û Endamê Hêzên Asayîşê Ferhan Mihemed Şibo, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dûgirê veşartin.

Li goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Zekî Îbrahîm, Fermandarê YPG′ê Yasîn Îbrahîm, apê şehîd Ferhan, Casim Mutleq û apê şehîd Ayat, Kînan Mutleq axivîn.

 

 

Axaftvanan rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê li malbatên herdu şehîdan pîroz kirin û bal kişandin ser destkeftiyên ku gelê Bakurê Sûriyê bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê bi dest xistine.

Li ser navê malbata herdu şehîdan jî, bixêrhatina beşdaran hat kirin û sersaxî ji şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê re hat xwestin û soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên herdu şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên şervanan bi dirûşiman ve hatin veşartin.