Cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Cenazeyên du şervanê ji pêkhateya Ereb ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekî bi heybet ve hatin veşaritin.
Cenazeyên du şervanê ji pêkhateya Ereb ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekî bi heybet ve hatin veşaritin.
Ji bo wergiritina cenazeyên Endamê Erka xweparastinê Ebdilrehman Ewad ê ku di 26’ê Çileyê de li gundê Til El-Hêwî yê Reqayê û Endamê Asayşê Qehtan Ebdella ku duh di encama teqîna bombeyeke ku di wesayîta wî de hatibû bicihkirin de jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes li pêşiya Mala Gel a taxa Enteriyê kom bûn.
Piştî ku gel cenazeyên her du şervanan ji mala gel wergirtin bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk tê, ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.
Dema ku karwan gihişt goristanê endamên Hêza Erka xweparastinê û endamên hêzên Asayşê darbestên her du şervanan hilgirtin ser milên xwe û derbasî cihê merasîmê kirin.
Li goristanê bi hezaran kes ji bo oxirkirina cenazeyên her du şervanan kom bibûn. Welatiyan alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û alên saziya malbatên şehîdan hilgirtibûn. Li pêşiya dika merasîmê jî Posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên her du şervanan hatibû daliqandin. Her wiha tevî Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan, gelek hevserokên desteyên rêveber ên rêveberiya xweser amade bûn.
Piştre şervanên hêzên Erka Xweparstin û Endamê Asayîşê bi deqeyek rêzgirtinê ve dest bi merasîmê hate kirin.
Berekat di dawiyê de da xuyakirin ku Şoreşa Rojava wê bi saya fikrê netewa demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome û divê yekîtiya siyasî ya hemû hêzan li ser vê axê pêk were.
Di merasîmê de, Msûm Hesen û Hevserokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat axivîn û diyar kirin ku dijminên gel bi gelek rê û rêbajên qirêj dixwaze di nava pêkhateyên Rojava de fite û nexweşiyê derxîne, lê di encama berxwedana şevanan de hemû pîlanên wan hatin valaderxistin. Her wiha hate diyarkirin ku bi saya xwîna şehîdan li ser vê xakê aramî heye û diyarkirin ku heta dawiyê wê li dijî her cure êrîşan têkoşîna xwe xurt û bilind bikin.
Piştre jî li ser navê malbata têkoşer Ebdilrehman Awad birayê wî Nasir Awad û li ser navê Malbata têkoşer Qehatan jî Edîb Hisên axivîn. Di axaftinên xwe diyar kirin ku ew ê li ser rêya têkoşerên xwe heta serkeftinê bimeşin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê her du şervanan bi dirûşima “Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.