Cenazeya şervana YPJ'ê Rosîda hat veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Cindirêsê û gundewerên wê cenazeya şervana YPJ`ê Rosîda Zagros veşartin.

Welatiyên Kantona Efrînê ji bo rakirina cenazeya şervana YPJ`ê Rosîda Zagros (Sozdar Tirk) ji nexweşxaneya Avrîn girtin û ber bi Goristana Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefre ve bi rê ketin.

Li goristanê re şervanên YPJ/YPG`ê merasîmek leşkerî hat lidarxistin û deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê hate girtin.

Fermandara YPJ`ê Rûken Kobanê di merasîmê de axivî û wiha got: Em sersaxî ji malbata şehîd Rosîda û hemû gelê Kurd re dixwazin. Gelek hêzan berê xwe dane Kantona Efrînê û êrîş dikin lê belê hêzên me bi lehengî li ber xwe didin û destûr nadin ku ti hêz nêzî Kantonê bibe."

Her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelîl axivî û diyar kir ku gelê Kurd tr carî natirse û bê ku dudilî bijî li ber xwe dide. Ji ber ku gelek têkoşerên mîna Şervana YPJ'ê Rosîda ji bo gel û welatê xwe canê xwe feda kirin.

Nasnameya şehîd Rosîda ji aliyê endama komîteya perwerdeyê ya navçeya Cindirêsê Reba Ebd ve hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya şehîd Rosîda defin kirin.