Cenazeya Şehîd Alkaş hate veşartin

Cenazeya Newroz Alkaş ku li Dersimê şehîd bûbû piştî bi 3 mehan dane malbatê. PolîsênTirk nehiştin ku kes tevlî merasîma cenaze bibe.

Malbata Alkaş, cenazeyê keça xwe Newroz Alkaş a HPG’î ku li navçeya Pulur a Dersîmê di 7’ê Hezîrana 2020’an de, di şerekî de şehîd bûbû, duh ji Goristana Meletiyê ya Bêkesan wergirt û anî Amedê. Fermandariya Cendermeyan a Dersîmê Malbata Alkaş, di 9’ê Hezîranê de agahdar kir ku keça wan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê malbat 10’ê Hezîranê çûbû Meletiyê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da ku ji bo testa DNA’yê xwînê bidin. Malbatê di heman rojê de li Saziya Tipa Edli ya Meletiyê ji bo testa DNA’yê xwîn da û dûre vegeriyabû Amedê. Rayedaran ji ber ku ji malbatê re gotibûn piştî 15 rojan wê encama DNA’yê derkeve, malbat piştî 15 rojan cardin diçe Meletiyê. Lê dozger ji malbatê re dibêj ‘xwîna we ji hev negirtiye’ û malbata li ser vê yekê paşve vedigere Amedê.
 
DI NAVBERA MELETÎ Û DERSÎMÊ DE HATIN Û ÇÛN
 
Piştî 56 rojan an ku  16’ê Tebaxê  rayedarên eskerî cardin li malbatê geriyan ku biçin Meletiyê û cenazeyê keça xwe bigirin  Malbata li ser vê yekê diçe Meletiyê û bi dozger re hevdîtin dike, lê katibê dozger ji malbatê re dibêje ‘dosya we hatiye girtin, divê tu biçî Dersîmê.’ Malbat ji wir berê xwe dide Dersîmê û serî li rayedarên eskerî dide. Wan jî berê malbatê da navçeya Pulurê ya Dersîmê. Malbatê li wir bi dozger re hevdîtin ki, piştî hevdîtinê dozger ji wan re got ‘encama DNA’yê diyar bûye, cenazeyê we ye hûn dikarin biçin ji Meletiyê bigirin.’ Pişt re di 19’ê Tebaxê de malbat dîsa çû Meletiyê, lê ji ber hinceta mesayi xelasbûye rayedaran cenaze nedan malbatê. Malbata ji ber vê dîsa vedigere Amedê. Malbata Aktaş di 20’ê Tebaxê de dîsa diçe Meletiyê û cenazeyê keça xwe digire û tîne Amedê. Ji bo ku malbat bi şev bigihêje Amedê, rayedar cenaze Alkaş di saet 17.00’an de radestî malbatê dikin. Di rê de polis û leşker çend caran malbatê bi saetan  radiwestînin û kontrola GBT’yê dikin. Polîsan di heman demê de ji Meletiyê heya Amedê malbat şopandin.
 
CENAZE BI DORPÊÇA POLÎSAN HATE VEŞARTIN
 
Malbata Alkaş piştî pêkanînên wecîbeyên olî bi dorpêça polîs û erebeyên zirxî de duh di saet 22.00’an de cenazeyê keça xwe li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê spart axê.
 
DESTÛR NEDAN
 
Rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatiyên xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin û ji xeynî malbatê destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasîma cenaze bibin.