Cemîl Bayîk hevpeyvîn da, doz li Feleknas Ûca hate vekirin

Dadgeha Tirk her rojê îmzeya xwe li bin bûyerekî sosret dide. Di hevpeyvînekî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk de, di îdîanamaya ji bo Parlmetera HDP’ê Feleknas Ûca hate amadekirin de weke ‘propagandakirina rêxistinê’ hate zêdekirin.

Doza ji aliyê 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve di derbarê Parlemetara HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca de, îdîanameya bi hinceta axaftinên di 6 aktivîteyan de ku bi ‘Endama rêxistinê’ û ‘ Propagandakirina rêxistinê’ ji 7.5 sal heta 15 salan hate amadekirin hate destpêkirin. Di îdîanameyê de axaftina Ûca a di aktivîteya 25’ê Mijdarê ya ku ji aliyê TJA ve hate organîzekirin de, weke ‘propagandakirina rêxistinê’ hate pejirandin.

Her wiha hepeyvîna Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk a 10’ê Kanûna 2015’an de dabû, di îdîanameyê de hate îdîakirin ku Ûca ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’.

Dîsa 10’ê Kanûna 2015’an Omer Onen ê Hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê, beşdarî Televîzyona Med Nûçe bibû, têkildarî ‘Qedexeya derve’ ya li Sûrê didoma agahî parvekiribû, ew jî li îdîanameyê hatiye zêdekirin û hat diyarkirin ku Feleknas Ûca ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye.