Celawla û Xaneqîn jî hatin radestkirin -NÛ BÛ

Pêşmerge çeperên xwe yên li Celawla û Xaneqînê jî terikandin û radestî Heşdî Şebî û artêşa Iraqê kirin.

Hêzên Heşdî Şebî, ku ji ber pêşmergeyan çeperên xwe terikandin, Kerkûk duh bi temamî kontrol kirin, îro jî ketin nava Celawla û Xaneqînê.

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), piştî ku xwe ji Şengal û Mexmûrê vekişandin, hêzên Heşdî Şebî berê xwe dan van herêman.

Çavdêrên siyasî yên li herêmê dibêjin, PDK ji bo xwe vekişîne nava sînorên beriya sala 2014'an, bi hikumeta Iraqê re li hev kiriye.

Bajarên Celawla û Xaneqînê, ser bi wîlayeta Diyala ya di bin kontrola hikumeta federal a Iraqê de ye û li vê derê bi giranî Kurên Şîa dijîn.

Tê gotin, hêzên Heşdî Şebî ketine nava Kifrî, Kelar û Dibisê.