Celaliyan di nava 6 mehan de 4 caran revandin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta heta ya girtinê lê hatî birîn, di nava 6 mehan de 4 caran hatiye revandin û niha jî birine Girtîgeha Yezd.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan (KMMK) ragihand ku çavkaniyekê ji bo wan ragihandiye ku Zeyneb Celaliyan ji bo Girtîgeha Yezd hatiye veguhestin.

Heman serçaweyê ji bo KMMK ragihand ku 10’ê Mijdara 2020’ê Celaliyan bi rêya telefonê bi qasî 2 deqeyan li gel malbata xwe axiviye. Celaliyan di vê peywendiyê de aniye ziman ku veguhestine Girtîgeha Yezd û li vir êşkence lê hatiye kirin. Serçaweyê anî ziman ku û got: “Berpirsên emniyetê 9’ê Mijdarê ji bo wan hatiye ragihandin ku li gorî biryara fermî bibin Ûrmiye. Lê dema Zeyneb Celaliyan dît ku dibin bajarekî, nerazîbûn nîşanî vê da. Li ser vê berpirsên emniyetê li Celaliyan da, êşkence kir û gotinên mirovan biçûk dixe gotine.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku dema 9’ê Mijdarê wê Celaliyan bihata veguhestin peyamek ji bo bavê Celaliyan ê li bajarê Makû yê Azerbeycanê ye hatibû şandin ku dosyaya keça wê ji bo Dadgeya Înqilab a Îslamî ya Yezd hatiye şandin.

Li aliyê din ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê Celaliyan nexweşiyên cuda cuda pêre peyda bûye û dîsa jî bi şewba vîrûsa Korona jî ketiye. Ev jî dike ku tenduristiya wê xirab be. Her wiha li Girtîgeha Qerçek a nêzîkî Tahranê jî bi nexweşiya astim ango tengenefesiyê ketiye.

Berî niha jî girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji Girtîgeha Kêrman revandibû Girtîgeha Krmanşan. Wê demê jî çavkaniyekê ji bo Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan (KMMK) ragihandin bû ku dema Celaliyan dihate veguhestin tim destê û lingên wê kelepçekirîbû. Hê jî nîşaneyên vê şêwaza kelepçekirinê li ser dest û lingên wê hene. Çavkaniya ku agahî da KMMK diyar kir ku di dema guhestina Celaliyan a Krmanşanê ji ber tenduristiya wê pir xirab bû,destpêk rêveberiya girtîgehê ev yek qebûl nekir, lê piştre li ser biryara Dadgeha Giştî ya Înqlabê ya Kirmanşan hate girtin.

Berpirsa Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan (KMMK) Fatma Kerîmî li ser guhestina Zeyneb Celaliyan got: “Di nava 6 mehên borî de 4 caran Celaliyan hatiye veguhestin. Di her carê hate veguhestin de ne li gorî ti pîvan û hiqûqa dadgehê dihate kirin. Li gorî madeya 234 ya navxweyî ya girtîgehan, veguhestin li ser daxwaza şexsî daxwaz bikin biçin girtîgehek nêzîkî malbata xwe cezayê xwe li wir bikişîne.”

Di 10’ê Gulana îsal de Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Xoy dema dihate ragirtin bi lez û bez hate veguhestina Girtîgeha Qereçek û li vir piştî 2 mehan bi şewba vîrûsê ya koronayê dikeve. Piştre ji bo vegerîne cihê xwe dest bi grevê kir. Piştre li vir birin Girtîgeha Kêrman û xistin hûcreyê. Carekî din 9’ê Îlonê ji Girtîgeha Kêrmen veguhestin ciheke din.

Kerîmî bal kişand ser rewşa tenduristî ya Zeyneb Celaliyan û ev hişyarî da: “Fikarên me yên pir zêde li ser Celaliyan heye. Di her cara tê veguhestin de êşkence lê tê kirin. Bi van veuhestinan her diçe ji malbatê dûr dikevin û malbat nikarin hevdîtinê pêre bikin.

Ji ber van veguhestinan du parêzerên Celaliyan ên ku dosya dişopandin jî êdî nemane. Em nizanin bê ka çima Mûhemed Şerîfî çima li ser dosyayê nemaye, lê Emîrsalar Dawidî hê jî li girtîgehê ye. Di rewşa niha de Celaliyan bê parêzer e. Em bang li hemû rêxistinên mafê mirovan dikin ku di mijara Celaliyan de hestyar bin û nerazîbûn nîşan bidin.

Zeyneb Celaliyan sala 1982’an li gundê Dêm Qişlaq a girêdayî bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê li dayik bûye. Di meha Sibatê ya 2007’an de ji aliyê hêzên Îdareya Îttîlaatê ya Kirmaşanê tê destgîrkirin û nêzî 3 mehan di lêpirsîngeha Navenda Îstîxbaratê ya Îdareya Îttîlaatê ya bajarê Kirmaşanê bi hinceta endamtiya PJAK’ê di bin şertê êşkenceyên fîzîkî û derûnî de lêpirsîn lê hatiye kirin. Piştre jî şandine girtîgeha wê bajarê.

Di Kanûna 2008’an de di şaxekî ya dadgeha şoreşa Îslamî ya Îranê ya bajarê Kirmaşanê bi dadgeriya Muradî bi îtîhama endamtiya PJAK û hewldanê çekdariyê li dijî Komara Îslamiya Îranê ceza îdamê hate dayîn. Piştî ku li hemberî wê biryarê îtîraz hate kirin, dosya ji şaxa 4’emîn a dadgeha temyîzê ya bajarê Kirmaşanê hatibû şandin û li vê derê jî heman ceza hatibû erêkirin. Herî dawî di zivistana sala 2009’an de biryara hatibû dayîn ji aliyê dadgeha bilind a welat jî hatibû erêkirin. Ew girtiya siyasî di meha Sibatê ya 2009’an de bi awayekî ne li bendê ji girtîgeha Kirmaşanê veguhestin qawîşa 209 a girtîgeha Êvînê û piştî pênc mehan dîsa ji girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê re hatibû veguhestandin.

Di encama hewildanên zêde yên ji bo betalkirina biryara îdamê ya li ser Zeyneb Celaliyan ji aliyê malbat, parêzer û çalakvanên mafê mirov, ew biryar di Cotmeha 2011’an weguherî girtîbûna heta hetayî. Piştre jî di Kanûna 2014’an jî bi erêkirina dozgerî û Îdareya Îttîlaatê ji girtîgeha Kirmaşanê veguhestin girtîgeha bajarê Xoy.