Cansiz, Dogan û Şaylemez li Hewlêrê hatin bîranîn
Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, li Hewlêrê hatin bîranîn.
Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, li Hewlêrê hatin bîranîn.
Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê, ji be salvegera komkujiya Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez semînerek lidar xist.
Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglû di semînerê de qala têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz (Sara) kir û anî ziman, Cansiz pêşengî ji têkoşîna azadiya jinê re kiriye. Emînoglû got, "Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, 'Kuştina Sara komkujiya duyemîn a Dersîmê ye'. Çawa ku van her sê jinên şoreşger ên leheng serî netwandin, em ê jî serî netewînin."
Piştî axaftinan, belgesela "Jiyana min her tim şer bû" ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat nîşandan. Semîner bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" qediya.