Can: Meşa şoreş û azadiyê ya gelan wê bi ser bikeve

Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Ferzad Can salvegera 5'an a damezrandina HBDH'ê nirxand û got, "Em ê xwedî li mîrateya Denîz û Mahîran derkevin, li ser xeta şoreşê têbikoşin û teqez bi ser bikevin."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzad Can bi wesîleya salvegera 5'emîn a damezrandina HBDH'ê ji ANF'ê re axivî. Can bi bîr xist ku HBDH di 12'ê Adara 2016'an de ava bû û xwedî li sosyalîzma li Tirkiye û Kurdistanê derket.

Can got, "Li dijî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê xwedî li mîrateya xeta şoreşgerî ya Mahîran, Denîzan, Îbrahîman derket. Lewma 12'ê Adarê demeke dîrokî bû. 12'ê Adarê di heman demê de salvegera raperîna li dijî komkujiyên Qamişlo û Gazî bû. Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan heta niha hesabê komkujiyên li gelên me hatin kirin pirsî."

Ferzad Can anî ziman ku li Bakur, Tirkiye, Rojava, Şengalê û Başûrê Kurdistanê HBDH li dijî êrişên qirkirinê û tinekirinê yên faşîzmê heta dawiyê têkoşiya û got, "Dewleta Tirk a faşîst mêtinger bi hemû hêza xwe hewl da Şoreşa Rojava bifetisîne ku hêviya gelên Rojhilata Navîn e. Mirov dikarin bêjin ku rejîma mêtinger faşîst ev armanca xwe bi ser nexist."

Can got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî êrişên faşîzmê rabin ser piyan, li ber xwe bidin û di bin ala HBDH'ê de bibin yek, têbikoşin" û diyar kir, "Ji bilî vê yekê rêyeke din a rizgariyê nîne. Bêyî berxwedanê, bêyî hesabpirsîn û têkoşînê şensê serketinê nîne. Di serî de jin, kedkar, ciwan her kesên ji beşên cuda yên civakê divê di bin ala HBDH'ê de bibin yek.

Li bajaran, li bejahiyê pêwîstî bi têkoşîna gerîla, têkoşîna çekdarî heye. Tevî têkoşîna çekdarî divê qad, kolan jî neyên terikandin."

Ferzad Can bal kişand ser êrişên topyekûn ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî gelan û got, "Ji ber ku nikarin desthilatdariya xwe biparêzin, şer, nîjadperestî, dagirkerî û mêtingeriyê ji bo xwe weke rêyeke rizgariyê dibînin. AKP-MHP hewl dide fatûreya vê krîza xwe li gelên me bibire. Ew jî zanin ku nikarin ji nava vê krîzê derkevin."

Can destnîşan kir, divê gelên Tirkiyeyê zanibe ku fetisandina şoreşa Rojava, şandina leşkeran ji bo Lîbyayê wê bi kêrî kedkar û karkerên Tirkiyeyê neyê û got, "Berevajî, wê krîza aboriyê xizaniyê mezintir bike. Wê bibe sedema xizaniyeke mezintir. Divê karker, kedkarên Tirkiyeyê li ber vê zîhniyeta mêtinger û dagirker a dewleta Tirk rabe."

Di dawiya axaftina xwe de Ferzad Can got, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan tevgereke ku li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û serweriya mêr ava bûye. Gel, karker, kedkar, jin, ciwan, her kesên ku mexdûrê faşîzm û kapîtalîzmê ne, li nava refên HBDH'ê divê li bajaran, li bejahiyê hêzên gerîla û milîsan xurt bikin û hesab bipirsin. Dema ku em li ser şopa şehîdan meşiyan, bi rêbaza wan a şoreşger a fedayî tevgeriyan em ê teqez bi ser bikevin. Di sala 5'an a damezrandina me de ez şervanên HBDH'ê hemûyan silav dikim."