Can Guder li girtîgeha Wanê hat qetilkirin

Piştî qetilkirina girtiyeke ciwan li Îdirê ya beriya du rojan, vê carê jî hate gotin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Wanê girtiyê bi navê Can Guder ê 20 salî bi rengekî bi guman hatiye qetilkirin.

Hate diyarkirin ku girtiyê bi navê Can Guder (20) li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi awayekî bi guman hatiye qetilkirin.

Îro derdora saet 11:00’an rêveberiya girtîgehê telefonî malbata girtî kir û ragihand ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Ji bo Can Guderê ku bêyî malbat û parêzerê xwe birine Saziya Tiba Edlî ya Sedsalê (ATK) hatiye gotin ku di encama "krza dil" de jiyana xwe ji dest daye.

Malbatê ku piştî karên ATK'ê cenazeyê Can Guder wergirtî, cenaze birin navçeya Geverê ya Colemêrgê.

MALBAT: NEXWEŞIYA WÎ YA KRONÎK TUNE

Li gor agahiyên ku ji malbatê hatin girtin, hat zanîn ku nexweşiya kronîk a Can Guder tune ye, derman bi kar neaniye û dibetiya bigumanbûna mirina wî heye.

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku Can Guder weke "Zarokê ku ber bi sûcê ve hatiye kişandin" dihat darizandin û 18 sal ceza lê hatibû birîn. Guder yek ji girtiyan e ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku 3 sal berê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bibû.

Di 20'ê Adarê de Sînan Kaya yê 28 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Îdirê girtî bû, bi gumanbarî hat qetilkirin.