Can Guder ê li girtîgehê hat qetilkirin hat definkirin

Girtiyê bi navê Can Guder ê 20 salî ku bi awayekî guman li Girtîgeha Wanê ya Tîpa E hate qetilkirin, li Geverê hate definkirin.

Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtî Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman hate qetilkirin. Cenazeyê Guder li Goristana Bajirge ya Geverê hate definkirin.

Ferdên malbatê ku ji Gever a Colemêrgê hatin Wanê, piştî karên li Saziya Tiba Edlî (ATK) cenaze wergirtin û birin Geverê. Hat ragihandin ku piştî îtiraza malbatê û parêzeran cenaze ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî karên li Newxweşxaneya Dewletê ya Geverê, malbatê cenazeyê xwe girt û ji bo sipartina axê birin Goristana Bajirge.

Polîsan hem goristan hem jî nexweşxane dorpêç kirin, nehişt ku rojnameger wêne û dîmenan bigirin. Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Geverê jî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî cenaze hate definkirin, girse ji goristanê veqetiya.

Li aliyê din jî li gorî agahiyên ji endamên malbatê hatin girtin, hate ragihandin ku nexweşiya Guder a kronîk nîne, derman nekiriye û mirina wî bi guman e.

Guder ê ku weke "zarokê di nav sûc de hatiye kaşkirin" dihat darizandin, 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.