Bûn navê rûmetê

Azad, Jiyan û Destîna... Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê her roj bi têkoşîneke mezin derbas kirin. Bûn sembola berxwedanê, bûn navê rûmetê.

Azadî çi ye? Dibe ku her kes dikare vê pirsê bipirse, lê her kes nikare azadiyê di nava şaneyên xwe hemûyan de hîs bike, bijî, parve bike. Ji ber ku hembêzkirina azadiyê karekî hêsan nîne. Azadî bi kedeke mezin, bi zor û zehmetiyan tê hembêzkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekiyeke mezin heye ku canê xwe jî feda bike. Ji bo bidestxistina jiyaneke azad divê mirov bi her awayî jê hez bike, xwedî lê derkeve, ji bo wê şer bike. Tê wateya pêşvebirina di îradeyê de. Tenê yên ku ji bo azadiyê şer dikin bi vê zanin.

Kesek bi qasî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi azadiyê re ronî nebûye. Çiyayên Kurdistanê ku warê azadîxwazan e, van şervanên wêrek her tim xweke parçeyek ji xwe dîtine û di her şerî de ew parastine. Ji ber ku çiyayên Kurdistanê jî bi hesreta azadiyê ne. Û yên ku karibin vê hesretê bi cih bînin tenê gerîla ne.

Du bedenên cuda... Yek jê jin, yek jî mêr. Du ciwanên ku xwedî heman armancê, li dora armanceke hevpar li hev kom bûn. Ya ku tê qalkirin ne tenê çîroka du aşiqan e. Hezkirina wan welê mezin e ku dikare cîhanekê bi temamî hembêz bike.

Serhat û Canan bi hestên welatparêziyê tevlî nava refên gerîla bûn. Ji axaftin, ken û sekna gerîlayên jin û mêr ên ji bo azadiyê şer dikin, bi bandor bûn. Xwestin bibin mîna van mirovan ku ji bo gelê xwe canê xwe feda dikirin, tol ji dijmin hiltanî.

Herdu jî ji Serhed a qedîm û berxwedêr bi rê ketin û xwe gihandin dergaha lehengên dilxwazin vê dozê. Li nava çiyayên azad bûn Azad û Jiyan. Navên wan ên nû nexşeya wan jî diyar kir. Bi jiyana gerîla re hîn bêhtir bedew bûn. Piştî ku xwe di fikir û pratîkê de bi pêş xistin, xwestin derbasî pratîkê bibin. Ji xwe çalakî ji bo wan rêyeke zindîhiştinê û kelecanbûyînê ye.

Azad li Tepê Hekarî, Jiyan jî li Qada Koordîneyê pratîkeke serketî meşandin. Herdu jî fedakar, kedkar, berxwedêr û jêhatî bûn. Bi sekna xwe ya cewherî bandor li her kesî kirin. Herdu jî ji ber ku ciwan û bi enerjiyê dagirtî bûn, li her derê bûn çavkaniya moralê. Li her derê wezîfeyên xwe bi ser dixistin.

Piştî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker 23'ê Nîsana 2021'ê li qada Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, ji bo bersivê bidin israr kirin ku tevlî şer bibin. Halbûkî planên cuda yên rêxistinê ji bo wan hebû. Ji ber ku Azad demeke dirêj li qada Tepê Hekarî ked dabû. Hevrêyên wî dixwestin ku vê keda wî bi îdeolojiya Rêbertî re bigihînin hev û ji bo bibe fermandarek wî perwerde bikin. Di heman demê de Jiyan jî ji bo demekê li gel rêveberiyê bimîne, di fermandariyê de şareza bibe, ji Girê Koordîneyê vekişiya.

Lê belê piştî ku şer germ bû, Azad û Jiyan nekarîn bisekinin. Xwestin tevlî vî şerî bibin, bersiva pêwîst bidin dijmin û heta dawiyê şer bikin. Hewldanên hevrêyên wan ên ji bo îqnakirinê nekarîn wan bisekinînin. Herdu jî li Qada Koordîneyê hatin wezîfedarkirin.

Azad tevî fermandar Bager Başkale derbasî Qada Koordîneyê bû, beşdarî karên keşif û çalakiyê bû. Bi hewldaneke bêrawestan her roj bi ser dijmin ve meşiya. Ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya wêrekî û baweriyê.

Edûlê ya gelê xwe ku bi eşqeke mezin bi partî û Rêberê xwe ve hatibû girêdan Jiyan jî pratîka parastina nasnameya jin a Kurd nîşan da. Jiyan mîna navê xwe bû jiyan û li nava tevahiya mirovahiyê belav bû. Di şer de jî bi çeka xwe bû goga ji agir ku dijmin dişewitand, bi tilîliyên xwe tirs berda nava dilê dijmin.

Dijmin di salvegera vejînê 15'ê Tebaxê de bombe li qadê barand. Gerîlayên li Qada Koordîneyê ji bo pêşî li dagirkeriyê bigirin xwe ji têkoşînê re amade kirin. Azad ji bo karibe fêhm bike bê dijmin xwe li ku derê daniye, ji fermandar Bager Başkale destûr xwest ku derkeve derve. Fermandar Bager di wê şeva bi kemîn de bêyî ku zanibe wê cara dawî Azad bibîne, li bendê ma. Hevalên wî heta sibehê lê geriyan jî Azad nedîtin. Bager çû gel hevalên xwe yên li çepera din û ji Destîna û Jiyan xwest ku teqez tevnegerin, dema Azad dîtin agahiyê bidin wî û ji wir çû. Lê belê Jiyan û Destîna nekarîn îdare bikin ku agahiyê ji Azad negirin û dest bi lêgerîna li wî kirin. Dijminên ku bi wan hesiya herdu jî qetil kirin. Fermandar Bager û Serhed li gel cenazeyê Azad her wiha cenazeyên Jiyan û Destîna dîtin.

Azad, Jiyan û Destîna ku her roj ji bo hilanîna tolê ji dijmin derbas kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn. Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê her roj bi têkoşîneke mezin derbas kirin. Bûn sembola berxwedanê, bûn navê rûmetê.