Bûldan: Di aliyê sîyasî û aborî de têk çûn, biryara hilbijartinê dan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Îdirê axivî, anî ziman ku di pêvajoya ku di warê siyasî û aborî de têkçûn, biryara hilbijartinê da û got, êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê bê lidarxistin de, li Îdirê bi gel re civiya. Piştî serdana dikandaran Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Serokwekîla Koma HP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlemetera Îdirê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementerê Îdirê Mehmet Emîn Ayiyeman, Hevşaredarê Îdirê Murat Yîkît, Hevşaredarê Agiriyê ku hatiye dagirkirin Sirri Sakik li gel hevserokan bi sedan kes tevlî civîna li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr hatibû lidarxistin bûn.

‘ÊDÎ NIKARIN WELAT BI RÊ VE BIBIN’

Bûldan di civînê de axivî û ji ber eleqeya zêde spasiya gel kir. Bûldan anî ziman ku bi civînên bi gel re êdî derbasî pêvajoyeke nû bûne û bi nêzîkbûna hilbijartinê re wê li bajarê mîtîngeke lidar bixin. Bûldan wiha got: “Em îro li Îdirê mîtîngek lidar naxin. Ev serdaneke demkî ye. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re em ê bi birayên xwe yên Kurd û Azarî re bicivin. Li Îdirê Kurd, Azerî û Tirkmen weke bira dijîn. Em jî li gorî pêwîst xizmeta vî gelî bikin. Roj wê were em ê derî bi derî lê bixin. Em ê bi hev re ser bikevin. Me îro dît ku gel ji hilbijartinê re amade ye.

Bûldan têkildarî biryara hilbijartina bi darê zorê jî ev tişt got: “Di pêvajoya ku Tirkiye di warê aborî ûsiyasî de têk çû, biryara hilbijartinê dan. Êdî nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Çi bikin bila bikin nikarin sedî 50 bînin. Efrîn dagirkirin lê dîsa jî nekarîn pileyekê jî pêş ve biçin. Ji ber ku êdî gelê Tirkiye naxwaze şer û rondikan birêje.”

Bûldan û heyeta li gel, piştî civîna bi gel re berê xwe dan Navenda Çand û Hûnerê ya Şaredariyê, wê bi partiyan re bicive.