Bûldan: Derketina ji nava krîzê bi pêşdîtinên Ocalan dibe

Endama Heyeta Îmraliyê Bûldan bibîr xist, ku ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve kes nikare Ocalan bibîne û diayr kir, derketina ji nava krîza welat tê de ye, bi destpêkirina hevdîtinan û pêşdîtinên Ocalan dibe.

Ji 11'ê Îlonê û vir ve bi ti awayî destûr nayê dayîn ku malbat an jî parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê her carê tên redkirin. Hevdîtinên parlamenterên HDP'yî yên li Wezareta Edaletê jî bê encam dimînin.

Parlamentera Stenbolê ya HDP'yî û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan anî ziman, ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re li Wezareta Edaletê hevdîtin hatin kirin, lê ti gavek nehate avêtin.

Bûldan diyar kir, herî dawî birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re hevdîtin kir û ji hingî ve demeke dirêj kesî ew nedîtiye. Bûldan got, "Agahiyeke têrker ji Birêz Ocalan nayê girtin. Bêguman ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiya welêt gelekî girîng e. Ji ber ku kesayetekî ji bo gelê Kurd girîng e, lazim e tavilê hevdîtinên pê re dest pê bikin."

Bûldan destnîşan kir, pêvajoya heyî pêkanîna hevdîtineke lezgîn ferz dike û got, "Rewşa xitimandî ya pirsgirêka Kurd wê bi hevdîtinan vebe. Pêşîvebûna li aştî û demokrasiya Tirkiyeyê bi destpêkirina hevdîtinan ve girêdayî ye. Di vî warî de bendewariyeke cidî ya gelê Kurd heye. Hevdîtina bi Ocalan re were kirin wê bandoreke mezin li gelê Kurd bike. Lewma divê tecrîd tavilê were rakirin û hevdîtinên bi Ocalan re ji nû ve werin destpêkirin. Ya rast, divê veger li pêvajoya 'aştî û danûstandinan' bê kirin."

'ENCAMEKE ERÊNÎ BI DESTÊ ME NAKEVE'

Bûldan xweşbîniya di dema danûstandinan de bibîr xist û ragihand, ji bo ew atmosfer ji nû ve bê afirandin, lazim e hevdîtin dest pê bikin. Pervîn Bûldan wiha dewam kir: "Mirin, girtin, rewşa xitimandî ya siyasî divê çareser bibin. Ji bo jiholêrakirina krîz û kaosa Tirkiye di navê de ye, pêkhatina hevdîtinê erênî ye. Rêveçûna heyî ne ti rêveçûn e; Ti feyda xwe li Tirkiyeyê nîne. Pêwîstiyeke lezgîn bi hevdîtina bi Ocalan re heye."

Bûldan diyar kir, di her firsendê de wan ji Wezareta Edaletê re ragihandine ku divê li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Lê belê encameke erênî bi dest nakeve. Vîna siyasî helwesteke tund di vî warî de nîşan dide."

'PÊŞDÎTINA MEKANÎKA DARBEYÊ Û KRÎZÊ KIRIBÛ'

Bûldan bibîr xist, ku di hevdîtina dawî de Ocalan gotibû, mekanîka darbeyê li ser kar e û wiha dewam kir: "Ocalan pêkhatina darbeya 15'ê Tîrmehê berê dîtibû. Her carê qala vê rîskê dikir. Di notên xwe yên hevdîtinê de jî ev heye. Dewlet jî, desthilatdarî jî gelekî baş bi vê dizane; lê belê pêşî li vê nehate girtin. Eger desthilatdariyê guh bida van pêşdîtinan, wê ev hewldana darbeyê nehatibûya kirin. Di mijarên pêşdîtinên Ocalan de desthilatdarî û wezîfedarên dewletê cidî nêz nebûn. Vê yekê jî gelek tişt bi welêt da windakirin. Bi dîtina min, eger hevdîtinek were kirin wê gelek tişt li welêt biguhere. Bidestxistina tiştên di nava pêvajoya sê salan de hatin bidestxistin, tenê bi hevdîtina bi Ocalan dibe. Krîza welat di nav de ye, ancax bi vî rengî dikare ji holê were rakirin. Di hevdîtinan de Ocalan timî daxuyaniyên hişyariyê dida. Didît ku wê bê vê pêvajoyê. Piştî ku hevdîtin hatin sekinandin, hemû tiştên pêşdîtina wê dikir, bi cih hatin. Desthilatdariyê di vê mijarê de gelek şaşitî kir. Divê tavilê ji vê şaşitiyê vegere."